Tirkiye pasaporta Parlamentera HDPê Feleknas Uca betal kir
K24 – Navenda Nûçeyan
Tirkiye pasaporta Parlamentera HDPê Feleknas Uca betal kir û geşta bi pasaporta Almanî jî qedexe kir.
Tirkiyê, bi Biryarnameya Rewşa Awarte, digel ku qedexeya derketina derveyî welat li ser wê nîne, pasaporta Feleknas Uca betal kir û şerh danî ser pasaporta wê ya Almanî.
Derbarê Feleknas Uca de, ji ber beşdariya 6 çalakiyên salên 2015 û 2016'ê de bi tometa endamtiya rêxistina terorê û bangêşiya rêxistinê doz hatibû vekirin û heta 15 salan cezaya zîndankirinê têr xwestin.
Li gor yasayên Tirkiyê, erka hikûmet û dadgehê nîne ku, pasaporteke welatekî din betal bike.