Qedexeya li 15 deverên Licê bi dawî bû

K24 – Navenda Nûçeyan

Parêzgeriya Diyarbekir da zanîn ku qedexeya 21'ê Tîrmehê li 2 gund û 13 mezrikên Licê bo lidarxistina operasyona hember PKK'ê hatibû ragihandin; 23'yê Tîrmehê ji demijêr 05.00'ê hatiye rakirin.

Parêzgeriya Diyarbekirê di 21'ê Tîrmehê de ji bo lidarxistina operasyona li hember endamên PKK'ê li 2 gund û 13 mezrikên Licê qedexeya derketina kolanan ragihandibû. Parêzgeriyê da zanîn ku ew qedexe di 23'yê Tîrmehê de bi dawî bûye.

Parêzgeriyê amaje kir ku ew qedexe ji bo têkbirina baregehên PKK'ê hatibû ragihandin û ji bo ku şêniyên devera qedexeyê li gorî qedexeyê tevgeriyane jî spasiya xelkê deverê kir.