94 sal bi ser peymana Lozanê û perçekirina Kurdistanê re derbas dibin

K24 – Navenda Nûçeyan

94 sal bi ser peymana Lozanê û perçekirina Kurdistanê re derbas dibin, niha jî serkirdayetiya Herêma Kurdistanê biryareke carenivîsî dane, ku roja 25 Îlon Îsal bo birêvebirina referandûma serxwebûna Kurdistanê destnîşan kirine.

Sala 1639an bo yekem car Kurdistan di çarçova peymana Qesra Şîrîn de di navbera împeratoriya Osmanî û Sefewî de hate perçekirin, ew jî piştî şerê bixwîn a Çaldîranê ya ku li ser xaka Kurdistanê di navbera wan her du aliyan de bi rê ve çûbû.

84 sal berî niha, welatên bihêz ên cîhanê rêkeftina Lozanê îmze kirin, Kurdistana di bin destê împeratoriya Osmanî de jî perçe kirin.

Ew hêzên di şerê cîhanê yê yekem de (1914-1918) de biser ketibûn, di meha Tîrmeha sala 1923an de li bajarê Lozana Siwêsrayê civiyan û peymana ku bi navê (Peymana Lozanê) hat nasîn îmze kirin.

Babeta sereke ya wê civînê, dabeşkirina xelata serkeftina di şer de û kişandina nexşeya Rojhilata Navîn li ser mîrata Osmaniyan bû, ew jî piştî hatina artêşa wan welatên bihêz bo Rojhilata Navîn dagîrkirina xaka berfereh ji aliyê wan ve.

Wek piraniya caran, xelkê Kurdistanê nûnerê wê di wê kongreyê de nebû, ew dem jî xelkê Kurdistanê nikarîbû di bin sîwaneke yekgirtî de bicivin û daxwazên xwe bibin ser masa guftûgoyan û bi destê xwe çarenivîsa xwe diyar bikin. Ji ber wê bi bêguhdan bi daxwaza Kurdistaniyan di roja 24 Tîrmeha 1923 de peymana Lozanê hate îmzekirin.

Hêzên serkeftî di şerê cîhanê yê yekem de, bi pîvane berjewendî û daxwazên xwe bi talankirina samanên Rojhilata Navîn li ser xwe dabeş kirin. Ew dabeşkirina wê demê heta niha jî xwîna miletên vê herêmê dirije û ji ber wê guhnedana bi daxwazên wan, herdem pirsgirêk û krîz derdikevin.

Piştî îmzekirina peymana Lozanê, Tirkiye, Iraq û Sûriye bi hemû hêzên xwe siyasetên înkarî û çewsandinê li hember gelê Kurdistanê peyrew kirin.

Tevî ku xalên (39 û 41) ji wê peymanê mafê perwerdeya ziman û parastina kultura Kurdî pesend dike, lê ti carî ev xal li ber çavan nehatin girtin û li hember gelê Kurdistanê siyaseta paktawiya nijadî girtin ber.

Niha û piştî 94 salan ji wê peymanê, serkirdayetiya Herêma Kurdistanê biryareke çarenivîsî dane, roja 25 Îlona îsal bo birêvebirina referandûma serxwebûnê destnîşan kirine, lê pê de diçe ku hin aliyên derve û navxweyî bi aliyê dijayetiya li daxwaza gelê Kurdistanê biçin û careke din jî rêgir bin li pêş bidestxistina mafê xelkê Kurdistanê û vegerandina biryara çarenivîsî bo destê xwe.