ENKSê amadekariyan bo lidarxistina kongreya 4emîn dike

kurdistan24.net

 

K24 – Hewlêr

Kongreya 4aremîn a Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) nêzîk dibe û heya niha jî cihê kongrê nehatiya diyarkirin.

Serokê Nûnertiya ENKSê ya li Başûrê Kurdistanê Newaf Reşîd jî bal dikşîne ser wê yekê ku niha komîteya amedekar li ser dema lidarxistina Kongreya 4emîn amadekariyên xwe dikin û biryar e di destpêka meha Tebaxê dema kongrê were destnîşan kirin û tê de behsa astengiyên li hemberî paşxisitina dema kongrê jî dike.

Serokê Nûnertiya ENKSê ya li Başûrê Kurdistanê Newaf Reşîd ji K24ê re wiha axivî: “Biryara me ew e ku kongre divê lidar bikeve û dem jî hatiye diyarkirin, lê ji ber gelek astengiyan, em tekez nakin ku kongre lidar bikeve, ji ber ku rojana baregehên me têne girtin û endam û serkirdeyên me tên girtin û siyast jî tê qedexekirin.”

Derbarê tevlîbûna partiyên ku beriya niha ji ENKSê cuda bûne, an jî yên ku dixwezin tevlî ENKS bibin de , Endamê Komîta Navendî ya PDK-Sê Neşet Zaza ku partiya wî di nava ENKSê de ye ji K24ê re got: “Her kes û partiya ku bîr û baweriya wî bi bernameya ENKSê ya siyasî, mafê gelê Kurd li Kurdistana Sûriyê û sîstema ferderalî li Sûriye bi giştî bîne, deriyê ENKSê ti carî li pêş ti partiyeke siyasî nehatiye girtiye.”

ENKS hevgirtineke siyasî li Rojavayê Kurdistanê ye û li gor serkirdeyên ENKSê dibêjin lidarxistina kongrê dê li ser xaka Rojavayê Kurdistanê be û niha çavê alîgirên ENKSê li benda  dema kongre û xebata ENKSê ne ku dê piştî Kongreya 4emîn dê çi guhertin li ser erdê werin kirin.