NATO: Bila parlamenterên Alman bi NATOyê serdana Konya bikin

K24 – Navenda Nûçeyan

Sekreterê Giştî yê NATOyê pêşniyar dike, bila parlamenterên Alman ne bi navê parlamentoya xwe bi navê NATOyê serdana Binkeya Konya bikin.

Tirkiye rê nade ku parlamenterên Alman, bi armanca dîtina serbazên wî welatî, serdana Binkeya Konyayê bikin û ev yek dibe sedemê aloziyeke mezin di navbera her du waletan de.

Wekîlê Berdevkê NATOyê Pîers Kazalet da xuyakirin, Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens  Stoltenberg pêşniyar kiriye ku parlamenterên Alman di bi navê NATOyê de serdana binkeyê bikin.  

Da zanîn, bi vê armanca Sekreter Stoltenberg bi rayedarên Almanya û Tirkiyê re pêwendî danîne û xwestiye mijar çareser bibe.

Partiya Keskan da xuyakirin, ew mijarê wek kêşeyek di navbera Tirkiye û NATOyê de dibînin û jiber vê serdana bi navê NATO di cih de dibînin.