HSDê mezintirîn êrîşa DAIŞê şikand: 35 çekdar jî kuştin

K24 – Navenda Nûçeyan  

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) radigihîne, wan mezintirîn êrîşa DAIŞê li bajarê Reqayê şikandin û 35 çekdarên DAIŞê jî kuştin.

HSDê ragihand, ji destpêka operasyona kontrolkirina navenda bajarê Reqayê û ta niha wan karîne mezintirîn êrîşa çekdarên DAIŞê li taxa Hîşam Ebdilmelêk û taxa Berîd bişkînin.

HSDê diyar kir jî, di encama şikandina wê êrîşê de 35 çekdarên DAIŞê hatin kuştin, ku piraniya wan xwekuji bûne. Herwiha karîne 4 otombîlên bombebarkirî yên DAIŞê jinav bibin.

HSD amaje bi wê yekê jî kir û şer û pevçûn hîn jî li wan her du taxan berdewam e.

Duh jî HSDê û bi alîkariya Hevpeymaniya Navdewletî navçeeya Mesakin Dubat (Komelgeha Efseran) li bajarê Tebqayê kontrol kiribûn.