Tevgera Goranê rêkxerekî giştî yê nû hildibijêre

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî derbasbûna heşt salan bi ser damezrandina Tevgera Goranê û piştî koça dawî ya Newşîrwan Mistefa, îro ew tevger rêkxerekî nû hildibijêre.

Îro Tevgera Goranê, endamên Xaneya Raperandin û Rêkxerê Giştî yê nû hildibijêre. Li gor zanyariyan take berbijêr bo wergirtina cihê Newşîrwan Mistefa, Omer Seyid Elî ye, ku çendîn salan di nava rêzên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) de bû.

Berê Cîgirê Serokê Civata Giştî ya Goranê ji peyamnêrê K24ê re ragihandibû, ku roja 25 Tîtmehê endamên Civata Giştî deng didin bo hilbijartina 6 endamên Xaneya Raperandinê û hilbijartina Rêkxerê Giştî yên Tevgera Goranê.

Piştî Newşîrwan Mistefa dest ji Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê vekişand, di sala 2009an de Tevgera Goranê damezrand û beşdarî hilbijartina parlementoya Kurdistanê yaw ê salê bû.