Rêkxerê nû yê Goranê: Bi hevqebûlkirin dikarin binemayên dewletê peyda bikin
K24 – Navenda Nûçeyan
Piştî derbasbûna heşt salan bi ser damezrandina Tevgera Goranê û piştî koça dawî ya Newşîrwan Mistefa, îro Tevgera Goranê Omer Seyid Elî wek rêkxerê nû hilbijart.
Îro Tevgera Goranê, endamên Xaneya Raperandin û Rêkxerê Giştî yê nû hilbijart. Piştî hilbijartina wek Rêkxerê Giştî yê Goranê Omer Seyid Elî di konferanseke rojnamevanî de ragihand, navçe li pêş guhartênên mezin e û erkê Goranê jî mezintir bûye.
Omer Seyid Elî got jî: “Ew bernameya Tevgera Goranê ya heye bi guftûgo, jihevtêgihêştin û hevqebûlkirin tê cibicî dibe, bo karibin binemayên dewletê peyda bikin.”
Ragihand jî, tekezî li ser bernama Goranê ya li Herêma Kurdistanê dikin, berdewam dibin li ser peyam û rêbaza Tevgera Goranê dikin.
Piştî heşt salan ji damezrandonê Tevgera Goranê û koça dawî ya Newşîrwan Mistefa, îro Tevgera Goranê Omer Seyid Elî wek Rêxkerê Giştî hate hilbijartin.