HDP: Li Tirkiyeyê dadgeh ne serbixwe ne

kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan HDPê Serpîl Kemalbay û Berdevkê HDPê Osman Baydemîr jî îro beşdarê nobeda berxwedanê ya ku duh HDPê dabû destpêkirin bû û civînek çapemeniyê pêk anî.

Hevseroka HDPê got, li Tirkiyeyê dadgeh ne serbixwe û ne bêalîne. Ger li Tirkiyeyê dadperwerî hebûya dewlet berevaniya êrîşkarên DAÎŞê nedikir û Tirkiye bi rewşa aloz û awarte ya îro re rûbirû nedima.

Kemalbay got jî: “Heger dadgehên serbixwe hebûne, ew komkujiya di 5 Hezîranê de rû dabû, herger bi awayekî zelal bihata lêkolînkirin û kesên sûcdar bihatana cezakirin, dê komkujiya Pirsosê jî çê nebûye û teqîna Enqerê jî çê nedibûya. Piştre ew rewşa aloz li Tirkiyê çê bûye, ev atmofera siyasî jî çê nedibû.”

Piştî Hevseroka HDPê Serpîl Kemalbay, Berdevkê HDPê Osman Baydemîr jî axivî û da zanîn ku heta li dadperwerî û azadî were li Tirkiyeyê û demokrasî berceste bibe ew ê li ser çalakiya xwe berdewam bin.

Baydemîr bang li welatiyan kir ku piştgiriya çalakiya nobeda berxwedanê bikin.