Gendeliya DAIŞ dest avêtiya nav Artêşa Iraqê

K24 – Navenda Nûçeyan

Di encama lêkolînan di nav de 9 kesên pilebilind û 30 serbaz ên Iraqî, bi egera wergirtina bertîlê û alîkariya DAIŞ ji kar hatine dûrxistin.

Piştî bidawîhatina Operasyona Mûsilê, lêkolîn derbarê gendeliyê, bertîl û alîkariya DAIŞ hate berferehkirin. Di vê çarçoweyê de bi belge hate tesbîtkirin ku di nav de 9 kesên pilebind û 30 serbazan ligel hevkariya gendelî û alîkariya terorî bi DAIŞ re di nav têkiliyê de bûn e.

Herweha xelkê Mûsilê ragihandiye ku, gelek serbazan karê diziyê li bajarê wan pêkaniye.