Hewla kodetayek din ji alî neteweperestan tê kirin

K24 – Navenda Nûçeyan

Rojnameya Turkiye ku nêzîkî desthilata AK Partî tê liqelem dan, destnîşan kir, ger lawaziyên di nav sistem û avahiya desthilatî ya Tirkiye de neyên berteref kirin, neteweperestên di nav Artêşa Tirk de dikarin di navbeyna 1,5 – 2 salan de hewla kodetayek nû bidin.

Rojname wekî serkaniya nûçeya xwe, kesên ji nav Artêşê destnîşan dike û radighîne ku, niha metirsiya Cemaeta Xizmet (ya fethullah Gulen) lawaz bûye, lê ya neteweperestan (ulusalcilar) bihêztir e.