Topbarana Tirkiyê li ser Efrîn û Şehbayê berdewam e

K24 – Navenda Nûçeyan

Topxaneya artêşa Tirkiyê û grûpên çekdarên ên Tirkiye piştevaniya wan dike, gundewarên Efrîn û Şehbayê topbaran kirin.

Li gorî çavkaniyekê ji bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê, ku topxaneya artêşa Tirkiyê gundên Elqemiyê yê devera Şehbayê û gundê Hememê yê navçeya Cindêrsa Efrînê topbaran kirin. Herwiha bi firokeyên bê firokvan ew navçe bombebaran kirine, di encamê de tenê ziyanên madî bûne.

Her li gorî wê çavkaniyê, grûpên çekdar bi alîkarya artêşa Tirkiyê ji 3 aliyan êrîş birin ser gundên Şêx Hilal, Eyn Deqne, Tel Ref'et, Şêx Îsa, Herbil, Smûqe, derdora bendava Şehbay û Tel Medîq, yên devera Şehbayê û ta niha ziyanên wan êrîşan nehatine aşkerekirin.

Zêdetirî mehekê ye, artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê gundên Efrîn û devera Şehbayê didin ber topan, ku heta niha gelek welatiyên sivîl bûne qurbanî.