Rusya xwest Amerika diplomatkarên xwe kêm bike

K24 – Navenda Nûçeyan

Rusya liser helwêsta Kongresa Amerikayê ku vê hefteyê dixwaze sezayên nû bi ser Rusya bisepîne û rê nede ku Serokê Amerikayê Donald Trump van sezayan lawaztir bike, biryarek hemberî Amerikayê girt.

Wezareta Derve ya Rusyayê ji Amerika xwest ku hejmara diplomatkarên xwe li Rusya kêm bike û hejmara diplomatkaran 455an derbas neke.