Waisy: Kurdistanê nîşanî cîhanê kir ku, dikare bibe dewletek serbixwe

K24 – Navenda Nûçeyan

Birêvebirê Giştî yê Kurdistan24 Noreldin Waisy, di Konferansa “Kurdistan – Hevkarê Stratejîk ê Amerikayê” ku ji alî Kurdistan24 û Washington Times ve li Kongresa Amerikayê tê lidarxistin de, axaftina destpêkî kir.

Noreldin Waisy destnîşan kir ku, Kurdistanê diyar kiriye ku dikare bibe dewletek serbixwe.

Waisy herweha bal kişande ser ku: “Kurdistan ev sed sal e di rastiyek dabêşkirî de ye û hêviyên wê ji Rojava bi taybet jî, ji Amerikayê hene. Civata Navneteweyî dive piştgiriya daxwazên gelê Kurd bike. Kurdistan di parastina nirxên demokratîk, di pêwendiyên şaristanî, modern ligel cîhana demokrat dixwaze serxwebûna xwe rabighîne. Kurdistanê diyar kiriye ku, dikare bibe dewletek serbixwe. Ji sala 2003an ve di nav sistemek federal de desthilatiya xwe dike û nîşanî cîhanê kiriye ku, dikare bibe dewlet”.