McGurk: El Kaide çawa dikare bikeve Idlibê?

K24 – Navenda Nûçeyan

Nûnerê Amerika di şerê DAIŞ de Brett McGurk di panela “Nirxandina siyaseta idareya Trump di şerê terorê de” li Washingtonê, ku ji alî Enstituya Rojhilata Navîn ve hatî lidarxistin de rexneyên giran li dijî siyaseta Tirkiyê li devera Idlibê kirin.

McGurk hebûna El Kaide li devera Idlibê, bêyî ku nav bide, lê bi îşaretkirina çavgirtina Tirkiye da nîşandan.

McGurk diyarkir ku “Devera Idlibê piştî êrîşên 11ê Îlonê bû navendek El Kaide. Ev pirsgîrekek gelek girîng e. Me ev pirs wekî pirsek gelek girîng girtiye dest. Em dipirsin: Cîgirê Rêberê El Kaide, çawa dikare biçe Idlibê û ji bo çi diçe? Çawa xwe digihîne wir? Ew ne bi helikopterê diçe! Ne jî bi paraşutê  dadikeve wir! Hin hevkarên me, ku bi dehên hezaran çek rêdikin wir û gava şervanên biyanî diçin, berê xwe didin aliyek din, ne nêzîkahiyek rast e! El Kaide ev yek gelek baş bikar anî. Ango, niha ew der li nêzîk Tirkiye cîgahek hebûna El Kaide ye. Bêguman em dê vê yekê ligel Tirkan bigrin dest.”

Liser pirsek rojnamevanek Tirk, ku McGurk îşaretê Tirkiye dike? Bersîva McGurk weha bû: “Ev pirsgirêk ji bo Amerika, ji bo Tirkiye jî pirsgirêkek e. Di têkoşîna hemberê wan de divê ligel Tirkiye em nêzîktir kar bikin!”