Li Colemêrgê 2 endamên PKKê canên xwe ji dest dan

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bajarê Colemêrgê yê Bakurê Kurdistanê 2 endamên PKKê di encama operasyoneke asmanî de canê xwe ji dest dan.

Parêzgeriya Colemêrgê derbarê mijarê de ragihand ku, bi firokeyên bêfirokevan li dijî 2 endamên PKKê operasyon pêk hatiye û her du hatine kuştin.

Ji aliyekî din ve, li bajarê Diyarbekirê navçeya Licê jî operasyona li dijî PKKê berdewam dike. Li gor zanyariyan îşev hejmarek zêde helîkopter navçeya Licê gundê dêrxustê bombebaran kiriye.