Berpirsê Îranî: “Projeya Israilê, Kurdistanek herî pêşkeftî ye”

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştgirî û kargeriya referendûma serxwebûna Kurdistanê di qada navneteweyî de herçend zêde dibe, dijberên referendûmê jî bîrûrayên nerast derdixin pêş û tînin ziman.

Ayetullah Seyyid Hasan Amûlî ku nûnerê rêberê Komara Islamî Elî Xamaney li eyaleta Erdebil ji kanala Ulusal Kanal a tirkî ya komunîst re diyarkir, Israîl li pişt projeya referendûma serxwebûna Kurdistanê ye.

Amulî herweha destnîşan kir, “Projeyên mezin ên Israilê ji bo Kurdistanê hene. Ger Kurdistan serbixwe bibe, ew dê pêşkeftinek weha mezin a aborî li wir pêkbînin ku, bala Kurdên deverên din jî bikşînin”.

Amûlî ji welatên derdora Kurdistanê xwest ku, li dijî referendûmê rawestin.