Viyan Dexîl: Nêzîkî 6 hezar Êzidî di destê DAIŞê de ne

K24 – Navenda Nûçeyan

Endama Parlementoya Iraqê Viyan Dexîl di korbendeke taybet bi rewşa Kurdên Êzidî li peymangeha Aştî li Amerîkayê de ragihand, heta niha nêzîkî 6 hezar Êzidî di bin destê DAIŞê de ne.

Herwiha Viyan Dexîl diyar kir, çekdarên DAIŞê piştî revandina Kurdên Êzidî, hezar û 300 zarokên Êzidî neçar kirin ku ola xwe biguhêrin.

Got jî, ji sedî 85 ji navçeyên Êzidiyan li sînorê bajarokê Şingalê ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatine wêrankirin.

Viyan Dexîl daxwaz ji civaka navdewletî kir, kar bo parastina pêkhateyên olî yên Iraqê bikin.

Di sala 2014an de çekdarên DAIŞê êrîşî Şingalê kirin, ji bilî dagîrkirin û wêrankirinê, Kurdên Êzidî bikomî kuştin û bi hezaran jî revandin.