Ji ber birîna Şingalê ji Kurdistanê, hat dagîrkirin

kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî sê saêan ji êrîşa DAIŞê li ser Şingalê, ku yekem êrîşa wê ji Zumar û Şingalê dest pê kir, K24 di riya documentariyekê sedemên ketina Şonglê ronî dike, ji wan jî birîna wî bajarî ji Kurdistanê ye di riya siyaseta Erebkirina bi dehan salan ya hikûmeta Iraqê, herwiha plana çendîn aliyan bo kodatayeke siyasî li navçê.

DAIŞ roja 2 Tebaxa 2014an êrîşî Zumarê kir û roja din jî bi hevkariya beşeke mezin ji Erebên wê navçê êrîşî Şingalê kirin.

Berdevkê Eşîreyên Erebên Neynewayê Şêx Mizahim Hiwêt dibêje: “Sedema sereke ya ketina Şingalê ew bû, piraniya eşîreyên Erebên li derdora Şingalê beşdar bûn di şikestina wî bajarî, piraniya wan xayîn bûn û îxanetî li Êzidiyan û hêza Pêşmerge kirin.”

Her di derbarê sedemên ketina Şingalê de, mamosteyê zanîngehê Ehmed Şingalî got: “Yek ji sedemên ketina Şingalê, dabirîna wî bajarê Kurdî ye, ku bi dirêjahiya dirokê hikûmetên Iraqê yek li dû yekê hewla birîna wê ji Kurdistanê dan, yek ji wan hewlan jî ku serî girt jî, avakirina bendva Mûsilê bû, ku di encamê de 110 gundên Kurdan bi tevahî ketin bin avê û Şingal jî ji Kurdistanê hate birîn.”

Cîgirê Fermandarê Şingalê Simê Mela Mihemed amaje bi wê dike ku, “Yek ji sedemên din jî valakirina sînor û leşkergehan ji aliyê leşkerên artêşa Iraqê bû, ku çendîn curên çekê giran ketin destê DAIŞê de û li hemberê jî wê valakirinê hêşt ku hevsengiya hêzê bo berjewendiya DAIŞê hat guharin.”

Fermandarê Hêza Parastina Êzidîxanê Heyder Şeşo aşkere dike, “Berî êrîşa DAIŞê, di riya eşîreyên Ereban re peyama DAIŞê gihêştibû xelkê Şingalê, DAIŞ êrîşî Şingalê dike. Berpirsekî bilind ê Bexdayê jî ji min re got, me gelek bere bo vekirina riya ji Sûriyê bo Şingalê da.”

Şingal yek ji kevitirîn bajarên Kurd tê hejmartin, lê piştî 3 Tebaxa 2014an û têkdana pêkvejiyana wî bajarî û bikaranîna muzayedeya siyasî û rewşa wê hate şêwandin. Niha berpirsên navçê dibêjin ku, pêwîstiya Şingalê di demeke zêdetir heye, bo vegere wek rewşa berî êrîşa DAIŞê ya Havîna 2014an.