Awustralya 2 DAIŞî yên amadekariya êrîşa terorî dikirin, girtin
K24 – Navenda Nûçeyan
Polisê Awustralya ragihand ku, 2 DAIŞî girtine ku amadekariyên çalakiyên terorîî dikirin. Ligor Polisê Sydney ê Awustralya ji bo 2 brayan bi navên Xalid Hayat û Mehmûd Hayat bombeyek ji Tirkiye ji alî berpirsiyarek DAIŞ ve hatiye rêkirin ku, hatiye xwestin êrîşek li dij belafirek rêwîyan bikin.
Ligor agahdariyên polis her du brayan xwestiye belafira şîrketa ezmanî ya Îmaratan – Etihad bikin armanc.