Selîm Sadak hate binçavkirin

K24 – Navenda Nûçeyan

Siyasetmedar û Şaredarê berê yê Sêrtê Selîm Sadak hate binçavkirin.

Selîm Sadak pêwîst bû di çarçoveya lêpirsînekê Serdozgeriya Komarê ya Sêrtê de îfadeya xwe bida. Lê bi hinceta îfadeya xwe nedaye ji aliyê polîsên dijîterorê ve li bajarê Stenbolê hate binçavkirin û li Dadgeha Bakirkoyê ya Stenbolê tê lêpirsînkirin.

Selîm Sadak yek ji wan siyasetmedarên navdar ê bakurê Kurdistanê ye. Di sala 1991an wekî Parlementerê Şirnexê, di sala 2009an de jî wekî Şaredarê Sêrtê hatibû hilbijartin. Digel Leyla Zana, Orhan Dogan û Hatîp Dîcle heta 10 salan di girtîgehê de mabû