Manken a navdar, ji ber diziyê hate binçavkirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Li paytexta Ingilistanê Londonê, manken a navdar Natalia Sikorska gava ji butik a Harrods diziya biqasî buhayê 1000 Paund ê Brîtanî dikir de, hate dîtin û binçavkirin.
Di nav tiştên dizî de çakêtek marka ya Markus Lupfer, pêlavên marka ya Clauide Pierlot, çanteyek marka ya Pinko û kêrek zîvî hebûye. Polîs ev binçav kiriye û biriye ber dadgeha Westminster û dadwerê bi nave Grant McCrostie bi şertê di nav 12 mehan de kiryarek sezayî neke, ew berda ye.