Alîkariya aborî ya YE ji bo penaberên Sûrîyeyî li Tirkiye
K24 – Navenda Nûçeyan
Zêdeyî 850 hezar penaberên ji Suriye, ji niha û pê de dê alîkariya aborî ji Yekîtiya Ewrûpayê werbigirin.
Ev mezintirîn bernameya alîkariya aborî ya di dîroka Yekîtiya Ewrûpayê de ye.
Malbatên xwedî pêwîstî dê kart a bankê ji Yekîtiya Ewrûpa werbigirin, jib o ku xwarin û padawistiyên xwe yên din bikirin.
Biryara kar liser vê bernameyê sala par hate girtin û dikeve çarçoweya alîkariya aborî jib o Tirkiye ya 3 milyar Euroyan.
Ligor desthilata Tirkiye, derdora 3 milyon penaberên Suriyeyî li Tirkiye hene.