Li Şemzînanê polîsekî Tirk hate kuştin
K24 – Navenda Nûçeyan
Li navçeya Şemzînana Colemêrgê di encama şer û pevçûnan de, polîsekî Tirkiyê hate kuştin û paswanekî gund jî birîndar bû.
Şeva borî hêzeke artêşa Tirkiyê li gundê Şepetayê ya ser bi Şemzînanê ve dest bi operasyonekê kirin û di navbera wan û grûpeke PKKê de şer û pevçûn derket.
Di encama wê pevçûnê de, polîsekî tîma taybet tê kuştin û paswanekî gund jî birêndar dibe.
Piştî bûyerê, hêzên artêşa Tirkiyê û bi piştevaniya hêzên asmanî dest bi operasyoneke berfereh kirin.