Çavuşoglu û Lavrov “liser Suriye” civiyan

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrên Derve yên Tirkiye û Rûsya li paytexta Filipin Manila hevdîtinek encam dan. Piştî hevdîtinê Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlud Çavuşoglu ji rojnamevanan re diyarkir ku, ligel Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov bi taybet liser mijara Suriyê rawestiyan e.

Çavuşoglu destnîşankir, amadeyiyan civîna Astanayê ya ji bo çareseriya krîza Suriye, pirsên wiza yên di navbeyna her du welatan de û pêwendiyên aborî rojeva civîna wan bû ye.

Rusya û Tirkiye di dema dawî de pêwendiyên xwe berfereh kirin e, lê pîspor diyardikin ku, Rusya hîn jî bi giranî têkiliyên xwe ligel Tirkiye digre dest û nedan a wiza ye serbest wekî nimûne diyar dike.