Çîn dê biryarên NY girêdayî Korya bakur bicîh bîne

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derve yê Komara Gelerî ya Çînê Wang Yî, di hevdîtina ASEAN a li paytexta Filipin Manila de ragihand ku “Herçend ku baştirîn pêwendiyên derve yên Korya Bakur ligel welatê me ne, lê Çîn dê hemû biryarên Neteweyên Yekgirtî (NY) girêdayî Korya û dorpêçên liser bicîh bîn e”.

Yî destnîşankir, ew herweha bi hêvî ne hevdîtinên di navbeyna Korya bakur, Korya başûr, Çîn, Rusya, Japonya û Amerika de carek din destpêbikin û ev yek dikare bandorek erênî liser Korya bakur bike.