Qeter daxwaza Heciyên xwe arasteyî Siûdiyê kir
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Komisyona Mafê Mirovan a Qeterê Elî bin Semih el-Merî, di kongreyek rojnamevanî de li paytexta Qeterê Dohayê daxwaz ji Erebistana Siûdiyê kir, ku ji bo çûn a Hecê ya hevwelatiyên Qeterî rê bide belafirên Qeterî li belafirgeha Cidde deynin.
Ligor el-Meri nabe Siûdî çûn a Hec a pîroz bi helwêstên siyasî têkildar bike.
Ji aliyê xwe ve Wezareta Hec û Ûmreyê ya Erebistana Siûdî diyarkiribû ku, hevwelatiyê Qeterê dikarin werin Hecê, lê dive şirketek din a ezmanî ji derveyî ya Qatar Airways bikar bînin.