Li Danîmarka konser ji bo piştgirîya Referandûma Serxwebûna Kurdistanê

K24 – Navenda Nûçeyan

KOMKAR-Danîmarka ji bo piştgirîya Referandûma Serxwebûna Kurdistana Başûr, bi beşdarîya hozanê navdar Şivan Perwer konserek amade dike. Konser dê roja 17ê Îlonê li paytextê Danîmarkayê Kopenhagenê çêbe.

Li gor rayederên KOMKARê, kurdên Danîmarkayê dê bi beşdarîyeke mezin ji referandûmê re piştgirîya xwe nîşan bidin.
Komeleyên KOMKARê li welatên cuda yên Ewropayê bi gelek çalakîyên cuda piştgirî didine Referandûmê.