Konferansên Insiyatîfa Piştgiriya Referendûmê, li Wan û Êlihê hatin qedexekirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya Partiya Azadiya Kurdistanê, derbarê qedexeyên konferansên Insiyatifa Piştgiriya referendûma Serxwebûna Kurdistanê ku ji alî Partiyên Kurdistanî – PAK, PSK, OSP, PDK-Bakur, PDK-Tirkiye, kesayetiyên Kurd hatî damezrandin ve, daxûyaniyek belavkir.
Ev jî naveroka daxûyaniyê ye:
Walîtîya Wan û Batmanê Konferansên Însîyatîfa Piştgirîya Referandûma Serxwebûnê qedexe kirin. Walîtîyên Wanê û Batmanê, Rewşa Awarte weke sebebê van qedexeyan nîşan dane. Rewşa Awarte ne bes ji Kurd û Kurdistanîyên bakur, lê ji Kurdistaniyên başûr jî ditirse.Lê ev tirs bê feyde ye.
Em van biryaran şermezar dikin.
Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê