Yildirim: Li hember metirsiyên dijî Tirkiye, em bêdeng namînin!

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim berî seredana xwe ya Singapûrê, li belafirgeha Esenboga ya Enqereyê, liser rojevê pirsên rojnamevanan bersivandin.

Liser pirsek ku, “dê operasyon hemberê Efrîn û Idlibê pêk werin?” Yildirim diyarkir:

“Ev cîh dikelin. Destê kî di berîka kî de ye ne diyar e. Nearamiyek mezin li van deveran rû dide. Rêxistinek terorê desthilatê ji ya din werdigre. Qurbaniyên vê yekê jî xelkê siwîl ên deverê ne û ev rewş ji bo Tirkiye metirsiyek mezin peyda dike. Ger sînorên Tirkiye, welatê Tirkiye bikeve bin metirsiyê de, li hundir be, li derve be, em dê bersîv bidin.

Hatina serfermandarên, pîsporên serbazî yên Rusya û Îranê tiştek gelek asayî ye. Ji ber ku di navbeyna me de xebatek hevkar a pêkanîna aştiyê li Suriye heye. Pêvajoya Astana heye. Herweha bi Hêzên Hevpeymanan re jî danûstandinên me hene. Armanca van hemû pêwendiyan pêkanîna aştiyek mayinde ye.”

Tirkiye ev demek e çek û serbazan li deverên nêzîkî sînorên rojavayê Kurdistanê bicîh dike. Pêwendiyên ligel Îran û Rusya di ware krîza Suriye berferehtir dibin. Ev çalakiyên Tirkiye, ji alî Amerika û Hêzên Hevpeymanan ve bûn e cîhê nerizamendiyê.