Parîsê rekora 10 salan a geştyariyê şikand

K24 – Navenda Nûçeyan

Hejmara geştyarên seredana paytexta Fransayê Parisê dikin, di 6 mehên derbasbûyî de gihişt 16 milyon geştyaran. Ev hejmar bilindtirin hejmara geştyaran a 10 salên derbasbûyî ye û ligor 6 mehên sala derbasbûyî 1,5 milyonan zêde bûye.

Herî zêde geştyar ji Dewletên yekbûyî yên Amerika hatine û hejmara wan 1,14 milyon in.

Wezareta Geştyarî ya Fransayê da xûyakirin ku, li hêviyê ne îsal 89 milyon geştyar seredana Fransayê bikin.