Rewşa şer li bakur, bandorek xerab li mafê mirovan kiriye

K24 – Navenda Nûçeyan

Di 2 salên dawî de di encama şerê navbera endamên PKKyê û Arteşa Tirkiyeyê de 1307 gerîlayên PKKyê, 771 leşker û polîs canê xwe ji dest dan e.

Komeleya Mafê Mirovan a Şaxa Diyarbekirê derbarê şer û pevçûnên di nav bera PKKyê û Arteşa Tirkiyeyê de raporek belav kir. Rapor şerê piştî şikestina pêvajoya aşitiyê heta niha lêkolîn kiriye. Li gor rapora Komeleya Mafê Mirovan 1307 gerîlayên PKKyê, 771 leşker û polîs canê xwe ji dest dane. Herwiha 1699 leşker û polîs jî birîndar bûne. Di encama şerê 2 salan de 644 sivîl canê xwe ji dest dane 1047 kes jî birîndar bûne