Di krîza Qeter de, Rusya dixwaze bibe navbeynkar
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê derve yê Rusyayê Sergey Lavrov, di dema seredana xwe ya ji bo Kuweytê de, piştî hevdîtina xwe ligel Wezîrê Derve yê Kuweytê Şeyh Sabah el-Halid es-Sabah, ji rojnamevanan re diyarkir ku, Rusya dixwaze di krîza Qeterê ligel çendîn welatên Ereb de bibe navbeynkar.
Lavrov got ku, pêwendiyên Rusya ligel welatên Ereb baş in û ew dikarin rolek di çareseriya pirsgîrêkan de bilîzîn.