Erdogan: Divê hewalgerî girêdayî Serokê dewletê be

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan dibêje, biryarnameyên rewşa awarte ji ber pêwîstî tên derxistin û divê hewalgeriya dewletê yekser girêdayî serokê dewletê be.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan dibêje, biryarnameyên rewşa awarte ji ber pêwîstî tên derxistin û divê hewalgeriya dewletê yekser girêdayî serokê dewletê be.

Erdogan beşdarî bernameya televîzyoneke Tirkiyê bû û derbarê dadgehkirina parlamenteran de da xuyakirin, dixwazin di vî warî de zûtir gavan bavêjin û bo vê dadgehên Enqere erkdar kirine û dijbere tenê dixwazin seriyan tevlihev bikin.

Dezgeha Hewalgeriya Tirkiye girêdayî Serokwezîr e, lê bi biryarnameya rewşa awarte bû girêdayî bi Serokomar. Erdogan dibêje, êdî derbasî sîstema serokomarî bûne, divê hewalgeriya dewletê girêdayî serokê dewletê be û di hemû dewletên pêşketî de sîstem wiha ye.