Di dema ku Mattis li Enqere bû, Hevpeyman û Artêşa Azad şer kirin e
K24 – Navenda Nûçeyan
Ligor CNN Turk nêzîkî bajarê Minbicê şerek di navbeyna Hêzên Hevpeymanan û çekdarên Artêşa Azad a Suriye de rû da ye.
Bûyer di dema ku Hêzên Hevpeymanan li deverê çavnêrî kirin e pêk hatiye, Çekdarên Artêşa Azad gule berdan e serbazên Hêzên hevpeymanan, Hevpeymanan jî bersîva çekdaran da ye. Di encam de ligor agahdariyan tu kuştî yan brîndar nî nin.
Lê bûyerê dilgiraniyek mezin ligel Hêzên Hevpeymanan peyda kiriye û Tirkiye hatiye protesto kirin. Balkêş e bûyer di dema hatina Wezîrê Bergirî yê Amerikayê James Mattis a Enqereyê de pêk hatiye.