Jina Rojhilatî ya DAIŞî xwe radestî Pêşmerge kir

K24 – Navenda Nûçeyan

Jinek ji Rojhilatê Kurdistanê ku endamê rêxistina terorist a DAIŞ bûye, xwe radestî Pêşmerge kir.

Ligor agahdariyan jina bi nave Kejal Elî ku bi mêrê xwe ve gihiştiye DAIŞ, ji bajarê Kirmanşah a Rojhilatê Kurdistanê ye û di destpêkê de ji wir derbasî Tirkiye bûye, paşî jiser Tirkiye ve gihiştine Suriye, piştî demekê ligel mere xwe û zarokê xwe yê 2 saêî derbasî Mûsilê bûn e. Li Mûsilê mêr û zarokê wê di encama operasyonek hevpeymanan de hatine kuştin. Ew jî derbasî telaferê bûye û 5 meh in li wî bajarî jiya ye.

Bi destpêkirina Operasyona Telafer ve, bi taybetî malbat, gelek kesên di nav DAIŞ de cîh girtî, xwe radestî Pêşmerge kirin e.