Daxûyaniyên Çiftyurek di Kurdistan24 de bû rojeva Tirkiye
K24 – Navenda Nûçeyan
Daxûyaniyên Serokê Partiya Azadî û Sosyalizmê Sinan Çiftyurek di bernameya “BasîRoj” a Kurdistan24 de, girêdayî helwêsta Serokê Partiya Komarî ya Gel Kemal Kiliçdaroglu ku: “Wekî hemû Milletan mafê başûr e jî referendûmê bike” bû babeta yekem a rojeva Tirkiye.
Medyaya Tirkiye babet kir e nûçeya xwe ya serekî. Herweha çendîn nivîskaran di nivîsên xwe yên quncikî de liser babetê rawestiyan.
Herweha rojnamevanan di kongreyên rojnamevanî de pirs liser babetê ji berpirsên CHP, û partiya desthilat AK Partî pirsîn.
Di bernameya BasîRoj a Kurdistan24 de Çiftyurek ragihandibû ku, Kemal Kiliçdaroglu bi van gotinan dîtina xwe liser referendûma Kurdistanê aniye ziman: Wekî hemû Milletan referendum mafê başûr e jî. Lê, wan dixwest berî wergirtina wê biryarê Konferansek bi aliyên navxweyî û derveyî yên têkildarî herêmê re jî hebûya. Metirsiyek jî diyarkir ku, ew hêvîdar in ev yek nebe kêşeya şerekî di navbeyna Kurd û Ereban de.