Rapora liser rewşa rojnamevanan li Tirkiye hate ragihandin

K24 – Navenda Nûçeyan

 Însiyatifa Rojnamegerên Azad di derbarê binpêkirinên li hember rojnamegeran ên di meha tebaxê rû dane de bi daxuyaniyeke çapemeniyê raportek aşkere kir. Di raportê de tê amajekirin ku di meha tebaxê de 14 rojnameger hatine girtin.

Însiyatîfa Rojnamegerên Azad raporta xwe ya mehane ya binpêkirinên li hember rojnamegeran ji raya giştî re parve kir.

Li gorî rapora ku ji binpêkirinên meha tebaxê pêk tê de 14 rojnameger hatine girtin û raportê de tê gotin k udi meha tebaxê de guvaş û zextên li ser rojnamegeran zêdetir bûye û êdî binpêkirinên mafên rojnamevanan wek kiryarên ji rêzê lê hatine.

 Rapora ku ji aliyê Serokê Însiyatîfa Rojnamegerên Azad Heqqî Botan ve hatî xwendin dide zanîn ku li Tirkiyeyê 180 rojnameger, ji ber karên rojnamegeriyê di zinadanê de ne û ev yek ji bo Tirkiyeyê rewşeke xirab e.

Di daxuyaniyê bal hate kêşan ku rojnameyên hatine girtin û rojnamegerên ku rastî binpêkirinan tên di warê kurdî de kar dikin û ev yek bêtehemmuliya li hember kurdan jî dide nîşan.