NY: Rêjîma Sûriyê di ber êrîşa kîmawî de berpirsyar e

Netewên Yekgirtî radigihîne, rêjîma Sûriyê di êrîşên kîmawî yên li ser Xan Şêxona Idilbê de berpirsyar e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Netewên Yekgirtî radigihîne, rêjîma Sûriyê di êrîşên kîmawî yên li ser Xan Şêxona Idilbê de berpirsyar e.

Serokê Komîta Vekolînan a bi ser Netewên Yekgirtî ve Paulo Pinheiro aşkere kir ku, hikûmeta Sûriyê di êrîşa ku di 4ê meha Nîsana îsal de li ser Xan Şêxonê hatiye kirin de berpirsyar e.

Herweha Pinheiro tekez kir, ku 33 caran êrîşên kîmawî li Sûriyê hatine kirin, ku 7 ji wan ji aliyê hikûmeta Sûriyê ve hatine kirin û got, ta niha çekên kîmawî li Sûriyê hene.

Pinheiro da zanîn, di destpêka krîza Sûriyê de wan nikarîbû derbasî Sûriyê bibin, lê karîn  zanyarî û belgeyan derbarê wan êrîşan de bidest bixin.

Di 4ê meha Nîsana borî de, hikûmeta Sûriyê bajarokê Xan Şêxonê li parêzgeha Idilbê bi çekê kîmawî kire amanc û bi sedema wê êrîşê bi sedan kesên sivîl bûn qurbanî.