Parlementerê HDP Bilgen hate berdan
K24 – Navenda Nûçeyan
Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan HDPyê Ayhan Bîlgen hate berdan.
Bîlgen di 31ê Kanûna Paşîn a 2017an de di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê de bi tohmeta endamtiya PKKyê hatibû girtin û ev 8 meh bûn li Girtîgeha Sîlîvriyê dima. Lê Parlementerê HDPyê Ayhan Bîlgen îro hate berdan. Ji bo Bîlgenî heta 25 salan cezaya zindanîkirinê tê xwestin û doza wî berdewam dike. Parlementerê HDPyê berî were girtin berdevkê partiya xwe bû.
Bi azadkirina Ayhan Bîlgenî hejmara parlementerên girtî yên HDPyê jî daket 9an.