Li Colemergê dîsa qedexe

29 gundewarên bajarê Colemêrgê wekî herêmên ewlekariyê yên taybet hatin ragihandin.

K24 – Navenda Nûçeyan

29 gundewarên bajarê Colemêrgê wekî herêmên ewlekariyê yên taybet hatin ragihandin.

Parêzgeriya Colemêrgê daxûyaniyek belav kir û ragihand ko di çarçoveya operasyonên dijî PKKyê de 29 gundewarên bi ser navçeyên wekî Şemzînan, Gever û Çêlê wekî herêmên ewlekariyê yên taybet hatine ragihandin. Parzêgerî diyar kir ko heta 15 rojan serdana herêmên ewle hatiye qedexekirin û divê welatî pabendê hişyariyê bin.