Paşxistina serê Hewîce ji bo dema referandumê biryareke siyasî ye ne serbazî ye

Bi sedema paşxistina şerê kontrolkirina Hewîce ya ser bi parêzgeha Kerkûkê ve, hikûmeta Iraqê dixwaze di çarçoveya plana xwe de destkeftên bêtir jê re hebin, lewra paşxistina wê operasyonê planeke siyasî ye, ne serbazî ye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Bi sedema paşxistina şerê kontrolkirina Hewîce ya ser bi parêzgeha Kerkûkê ve, hikûmeta Iraqê dixwaze di çarçoveya plana xwe de destkeftên bêtir jê re hebin, lewra paşxistina wê operasyonê planeke siyasî ye, ne serbazî ye.

Ev bû nêzîkî salekê ji hikûmeta Iraqê dihat xwestin, ku berî şerê Mûsilê, Hewîce û navçeyên din yên başûrê rojavayê Kerkûkê kontrol bike, lê Bexdayê operasyona Hewîce paş dixist, heya ku dema wê operasyonê gihişte dema encamdana referanduma serxwebûna Kurdistanê û biryare referandum li navçeyên Kurdistanî yên derveyî Herêma Kurdistanê jî bê encamdan.

Tevî ku Bexda red dike li encamên referandumê mikur bê, lê hîn jî dixwaze bi riyên cuda, rê li ber encamdana referandumê li Kerkûkê û navçeyên din yên Kurdistanî bigre.

Çavdêrên rewşê didin xuyakirin, ku ji bilî bizavên siyasî, hikûmeta Iraqê dixwaze bi bihaneya hebûna operasyonên serbazî ji bo kontrolkirina Hewîce, rê li encamdana referandumê li wan navçeyan bigre, ji ber ku bi hebûna piroseyên serbazî, keşûhewaya encamdana referandumê aloz dibe û xelk ji dengdanê sar dibe, herweha bi wê yekê hikûmeta Iraqê dixwaze rê li ber çavdêrên navdewletî bigre, daku nikaribin derbasî navçeyên operasyonan bibin û çavdêriya referandumê bikin, û di encamê de hikûmeta Iraqê proseya referandumê li wê navçeyê têk bide.

Berpirsekî siyasî pile bilind ji rojnameyeke erebî re diyar kirye, ku "plana kontrolkirina Hewîce di warê serbazî de bi dawî bûye, û tenê amadekariyên hunerî û locistî û tevgera meydanî ber bi wê navçeyê ve maye".

Ev jî di demekê de ye ku Herêma Kurdistanê dest bi bangeşeya referandumê li Kerkûkê kirye û rijd e li ser encamdana referandumê li wê parêzgehê û li navçeyên Kurdistanî yên derveyî Herêma Kurdistanê. Lewra jî niha Hewîce bûye dîla biryareke siyasî nek serbazî heya ku ji dest çekdarên DAIŞê bê rizgarkirin, ku ev bû bêtirî 3 salan ji aliyê wê grûpê ve hatiye dagîrkirin.