Rêveberê Giştî yê Kurdistan24ê: Dewleta Kurdistanê jêdera aramiya navçê ye

Rêveberê Giştî yê Dezgeha Kurdistan24ê bo Ragihandin û Lêkolînan Nûredîn Weysî ragihand, dirustbûna dewleta Kurdistanê dibe jêdera aramiya navçê

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêveberê Giştî yê Dezgeha Kurdistan24ê bo Ragihandin û Lêkolînan Nûredîn Weysî ragihand, dirustbûna dewleta Kurdistanê dibe jêdera aramiya navçê.

Nûredîn Weysî got: Iraq bi awayekî xirab danûstandin ligel Herêma Kurdistanê kir, Iraq ne yekgirtû bû, li Kurdan jî wek welatiyên ji pileya duyemîn dinerî.

Herwiha got: Heger Herêma Kurdistanê ji bingeh de aram be, dibe jêdera aramiyê. Iraq berve taîfiyê diçe û gerentî çi ye heger mîlîşyayên Şîe li dijî Kurd bikar neye?

Diyar kir, Iraq ne welatekî wek Ewropa û Kanada ye, ta rêz li biryara xelkê bê girtin û demokratî be, li hemberê jî Herêma Kurdistanê jî bûye cihê pêkvejiyan û redkirina tundrewiyê û hemû pêkve dijîn û ti demekê rexne li Herêma Kurdistanê nehatiye girtin, ku bûbe sedema ne aramiyê.

Îro Kurdistan24 bi hevkariya rojnameya bi navûdeng “Daily Telegraph” a Brîtanî û navenda Pêşxistina Kurd li Londonê panelekê bi rê ve dibe.

Di çareçova çalakiyên bo piştevaniya li serxwebûna Kurdistanê û birvebirina referandûma, biryar e di hefteya bê de rojnameya Daily Telegraph paşkoyeketaybet bi serxwebûna Kurditanê belav bike.

Armanca panelê, gotûbêjkirina pirsa serxwebûna Kurdistanê li navendên fermî yên Brîtanyayê ye.

Yekem: Endamê Parlemantoya Brîtanyayê ji Partiya Parêzgaran Nedîm Zehawî.

Duyem: Endamê Partiya Parêzgaran a Brîtanî Jack Lopresti.

Sêyem: Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Brîtanyayê Karwan Cemal Tahir.

Çarem: Rêveberê Dezgeha Kurdistan24ê bo Ragihandin û Lêkolînan Nûredîn Weysî.

Panel aliyê Berpirsê grûpa parlementerên dostê Kurd di parlementoya Brîtanyayê Gary Kent bi rê ve diçe.

Roja 28 Tîrmeha borî, Kurdistan24 ligel rojnameya Washington Times konferasneke di bin navê “Kurdistan, Hevpeymanê Stratejîk a Kurdistanê” de li Washingtonê li nava Kongressa Amerîka bi rê ve bir û hejmarek ji kesayet, siyasetmedar û Kongressman tê de beşdar bû.

Kurdistan24 bi awayekî berdewam romala çalakiyên taybet bi pirsa referandûma serxwebûna Kurdistanê dike û hevdem ji bo heman armancê jî çendîn çalakiyên curbicur encam dide