Parlemanterkî Iraqê: Biryara parlemantoyê heta ber derî jî naçe

Parlemanterê Kurd di Parlemantoya Iraqê de Adil Nûrî ragihand, biryara parlemantoya Iraqê ya dûrxistina Necmedîn Kerîm ji postê Parêzgarê Kerkûkê, ne yasayî ye û heta ber derî jî naçe.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Parlemanterê Kurd di Parlemantoya Iraqê de Adil Nûrî ragihand, biryara parlemantoya Iraqê ya dûrxistina Necmedîn Kerîm ji postê Parêzgarê Kerkûkê, ne yasayî ye û heta ber derî jî naçe.

Adil Nûrî ji K24ê re ragihand, nabe Kurd bi ti awayekî pişta xwe bi Erebên Şîe û Sune bibeste û diyar bû ne rêkeftin, ne guftûgo û ne hevparî bi wan re cibicî nabe.

Herwiha ragihand, ew karê ku beşek ji parlemanteran kiriye, wek muzayede ye û ji bo dirustkirina aloziyê ye, bi boneya hatina hilbijatinan.

Parlemanterê ji Fraksiyona Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Adil Nûrî got: “Ev biryar ti bandorekê neke û ne yasayî ye jî.”

Amaje bi wê jî da, ev biryar ne destûrî ye û ne ji desthilatê kesekî ye ku Necmedîn Kerîm ji postê Parêzgarê Kerkûk dûr bixe û ev jî di destûrê de hatiye.

Nivîsgeha Serokê Parlemantoya Iraqê Selîm Cibûrî belav kiribû ku, daxwazek ji Nivîsgeha Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî gihêştiye wan, ji bo dûrxistina Necmedîn Kerîm ji postê Parêzgarê Kerkûkê.

Parlemantoya Iraqê bi piraniya dengan dûrxistina Necmedîn Kerîm ji posta Parêzgarê Kerkûkê pesend kir.