Bernard Kouchner piştgiriya serxwebûna Kurdistanê dike

Wezîrê berê yê derve yê Firensa Bernard Kouchner ji dezgehên medya fermî ya Firensî re ragihand: "hemû kes mifayê ji gelê Kurd werdigire, lê naxwazin gelê Kurd serxwebûna xwe rabigehîne."

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê berê yê derve yê Firensa Bernard Kouchner ji dezgehên medya fermî ya Firensî re ragihand: "hemû kes mifayê ji gelê Kurd werdigire, lê naxwazin gelê Kurd serxwebûna xwe rabigehîne."

Kouchner diyar kir, ku "Kurd mezintirîn netewe ye bê dewlet e û ti pêwendiya serxwebûna gelê Kurd bi Amerîka û Firensa re tune ye, ji mafê Herêma Kurdistanê ye referandomê bike û serxwebûna xwe rabigehîne."