“Tirkiye û Fransa bi planeke hevbeş bersiva referandûmê didin”

Ji bo referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê, biryar e Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan ligel Serokê Fransayê Emmanuel Macron destpêşxeriyekê amade bikin û bixin ber destê serkirdayetiya Kurdistanê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Ji bo referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê, biryar e Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan ligel Serokê Fransayê Emmanuel Macron destpêşxeriyekê amade bikin û bixin ber destê serkirdayetiya Kurdistanê.

Rojnameya “Haberturk” li ser zarê jêderekî dîplomasî yê bilind belav kir, Erdogan di çarçova çalakiyên Komela Giştî ya Netewên Girtî li New Yorkê de dixwaze ligel Serokê Fransayê planeke kar ji 3 qonaxan ji bo referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê û çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de pêşkêş bike.

Ew jêder dibêje, naveroka tedabîrên Tirkiyê li hember referandûma Herêma Kurdistanê di civîna 22 Îlona 2017an ya Encûmena Asayişa Netewî ya Tirkiyê de diyar dibe, lê Erdogan dixwaze wek gava yekem pêşniyazekê ji bo Parîsê bike, ta bi hevbeşî peyamekê arasteyî Hewlêrê bikin, ta dest ji referandûmê berde.

Li gor zanyariyên wî jêderî, heger hat û serkirdayetiya Kurd bersiva wê peyamê neda, di qonaxa duyem de Tirkiye û Franse rola navbênkariyê di navbera Hewlêr û Bexdayê de digirin, ji bo mafên destûrî yên gelê Kurdistanê û çareserkirina (Navçeyên pirsgirêk li ser in) wek Kerkûkê, li ser binemaya nexşerêyekê, kar ji bo çareserkirinê were kirin.

Wî jêderî gotiye: “Heger Hewlêr li ser referandûmê rijd be, wê demê egerek mezin heye, ku Tirkiye di qonaxa sêyemîn de hin cezayan li ser Kurdistanê bisepîne.”

Lê heta niha û li ser asta fermî, ti aliyekî Tirkî û Fransî amaje bi hebûna projeyeke bedîlê referandûmê nekirine û ligel wan hemû hewl û fişarên ji bo paşxistina referandûmê, lê Encûmena Bilind a Referandûmê di civîna 17 vê mehê de biryar da ku, referandûm bipaş nakeve û di dema xwe ya diyarkirî de bi rê ve diçe, ji ber ku heta niha bedîlê referandûmê ji bo Kurd nehatiye dan.