Rûsya: Armanca Amerîka li Sûriyê ne tenê jinavbirina DAIŞê ye

Wezîrê derve yê Rûsya Sêrgî Lavrov ji kenala NTV ya Rûsî re ragihand, ne dûr e ku ji bilî şerê li dijî DAIŞê armanceke din ji Amerîka re hebe li Sûriyê û ev yek piştî bidawîbûna terorîstan wê zelal bibe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê derve yê Rûsya Sêrgî Lavrov ji kenala NTV ya Rûsî re ragihand, ne dûr e ku ji bilî şerê li dijî DAIŞê armanceke din ji Amerîka re hebe li Sûriyê û ev yek piştî bidawîbûna terorîstan wê zelal bibe.

Lavrov got: “Hêzên Amerîkî li ser astê serbazî bi awayekî baş her tiştî zanin û piştî jinavbirina DAIŞê û Eniya Nusra wê armanca hemû aliyan diyar bibe.

Navhatî diyar kir, ku hevalên wan ji berpirsên Amerîkî baweriyeke bihêz ji wan re çêdikin ku ji bilî jinavbirina DAIŞê, ti armanca Amerîka li Sûriyê tune ye, lê piştî nemana DAIŞê wê eşkere bibe gelo daxuyaniyên berpirsên Amerîkî rast in yan na.