Ebadî ji bo parlemantoyê tê daxwazkirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Parlemantoya Iraqê Selîm Cibûrî daxwaz kir, îro Serokwezîr Heyder Ebadî beşdarî rûniştina parlemantoyê bibe.
Selîm Cibûrî got: “Pêwîst e Ebadî di rûniştina îro ya parlemantoya Iraqê bibe, ji bo rewşa nû ya Iraqê zelal bike û bersiva parlemanteran bide.
Parlemantoya Iraqê neyarê proseya referandûma serxwebûna Kurdistanê ye, hevdem jî hikûmeta Iraqê dijayetiya xwe ji bo wê proseyê derbirîbû.