Nazim Debax: Îran daxwaza girtina nûneratiya Herêma Kurdistanê nekiriye
K24- Navenda Nûçeyan
Nûnerê hikûmeta Herêma Kurdistanê li Taranê Nazim Debax red kir, ku berpirsên Îranî daxwaza girtina nûneratiya Herêma Kurdistanê kirbin.
Nazim Debax ragihand ku hîna Îran li ser nerîna xwe ye derbarê referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê û encamdana piroseyê baş nabîne.
Debax diyar kir, ku Îran ti karvedanek beramberî encamdana referandumê nedaye xuyakirin û zelel kir ku ew li gel çend berpirsên Îranê civiyaye û ti berpirsekî behsa girtina nûneratiya Herêma Kurdistanê li Taranê nekiriye û niha ew nirxandinê ji encamên referandumê re dikin.