Wezîrekî Israîl ji welatê xwe dixwaze piştevaniya serxwebûna Kurdistanê bike
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê ragihandina Israîl Ayoob Kara ji welatê dixwaze piştevaniya serxwebûna Kurdistanê bike û ragihand, rêketina Sykes–Picot mafê 40 melyon Kurd neparastiye.
Kara derbarê referanduma serxwebûna Kurdistanê diyar kir, referandum piroseyeke dîmukratî ye û derbirîna xwesteka gelan e.
Navhatî daxwaz ji hikûmeta welatê xwe kir, ji bo bersivdana piştevaniya Îran ji bo Hemas, Sûrya û Tirkiyê re, piştevaniya Kurdistaneke serbixwe bike.
Berî niha jî hikûmeta Israîl bi daxuyaniyeke fermî ku ji nivîsgeha serokwezîrê Israîl derketibû, pistevaniya referanduma serxwebûna Kurdistanê kir.